Ciwanan ji bo şaredariya xwe çalakî li dar xistin

Parve bike:

COLEMÊRG - Ciwanan li gelek taxên Colemêrgê barîkat çêkirin û li dijî desteserkirina îradeya xwe çalakî li dar xistin.

 Nerazîbûn û hêrsa li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê û girtina hevşaredar Mehmet Siddik Akiş berdewam dikin. Li gelek taxên navenda Colemêrgê ciwan daketin kolanan û îro jî çalakiya xwe li dijî qeyûm berdewam kirin. Li taxên Kiran, Pehlîvan, Berçelan û Yenî ciwan  daketan qadan û barîkatan çêkirin û agir vêxistin. Polîsan bi bombeyên gazê, guleyên plastîk û ava şid êrişî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi fişekên hewayî û kevir û beran bersiva polîsan dan. Ciwanan di çalakiyê de dirûşm berz kirin û çalakiya xwe berdewam kirin.