Kamyona çopê ya Şaredariya Cizîrê li 2 ciwanan xist

Parve bike:

ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê kamyona çopê ya şaredariyê li 2 ciwanan xist.

 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê, li ser riya Nisebînê kamyona çopê ya şaredariyê li 2 ciwanên navên wan nehat zanîn û temenê wan 16-17 salî bûn xist. Di encama qezayêde herdû ciwan bi giranî birîndar bûn. Herdû ciwan bi ambulansê  rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.