Tê payîn ku komîsyon serê hefteyê biçe serdana Abdullah Ocalan
ENQERE – Komîsyona ku di çarçoveya çareseriya pirgirêka Kurd de li Meclisê hat damezirandin, ji bo hevdîtna bi Abdullah Ocalan re biryara çûyîna Îmraliyê da.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya li Meclisê di civîna 18’emîn de ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dengdayîn li dar xist.