Wesayîta rojnamevanan hate bombebarankirin: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku balafireke dewleta tirk li navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê ve, wesayîtek rojnamevanên kurd bombebaran kiriye. Di êrişê de 2 rojnamevanan jiyana xwe ji dest da û 6 rojnamevan jî birîndar bûn.