Li Girtîgeha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir

Parve bike:
ÎZMÎR - Girtiyan li dijî binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Jinan a Şakranê pêk tên, çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û bidorveger a 10 rojan dane destpêkirin. 
 
Girtiyan li dijî hejmartina li ser piyan, kûrkirina şertên tecrîdê, sînorkirinên pirtûkan, destûrnedayîna cihê hewadariya hevpar, li Girtîgeha Jinan a Şakranê, çalakiya greva birçîbûnê ya bidem û bidorveger a 10 rojan dane destpêkirin. 
 
Ewilî nivîskar Leyla Saraç dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo hişyariyê hatiye destpêkirin kir.