Li Denîzliyê tundiya zilam

Parve bike:
DENÎZLÎ - Li Denîzliyê zilamê bi navê Onûr Aslan bi amûrek birînê Rabî Dag Aslan a ku di qonaxa hevberdanê de bûn bi giranî birîndar kir. 
 
Li taxa Aşagi ya navçeya Acipayam a bajarê Denîzliyê zilamê bi navê Onûr Aslan bi amûrek birînê êrişî hevjîna xwe Rabîa Dag Aslan a ku di qonaxa hevberdanê de bûn kir. Rabî Dag Aslan bi xedarî birîndar bû û wê rakirin nexweşaneyê. Hat zanîn ku rewşa Rabîayê bi xeter e. 
 
Li aliyê din êrişkarê ku telefona Rabî Dag Aslan hilgirt ji cihê bûyerê reviya û li ser hesabê wê yê medya civakî weşana zindî kir. Êrişkar hat binçavkirin û pişt re jî hat girtin.