Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
- Rojane
- |
- 24 Kanûn 2025 16:46
- |
ENQERE - Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol ku zêdetirî du meh in di beşa çavdêriya awarte de tê ragirtin, didome.
Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol a li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê didome. Di 14’ê Cotmehê de xwîn çûbû ser mejiyê Aykol û rakiribûn nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jî sê caran xwîn çûbû ser mejiyê Aykol. Tedawiya Aykol a di beşa çavdêriya awarte de duh meh û deh roj in didome.
Bijîşkan got ku di rewşa Aykol de tu guhertin nînin.
