Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel dest pê kir
- Polîtîka
- |
- 22 Kanûn 2025 12:42
- |
ENQERE - Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel dest pê kir.
Hevdîtina endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol û Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel dest pê kir.
Şandeya DEM Partiyê hate Navenda Giştî ya CHP’ê û ji hêla Serokwekîlê Koma CHP’ê Mûrat Emîr ve hate pêşwazîkirin.
Şandeya Îmraliyê û CHP’î piştre derbasî eywana civînê bûn. Ozel, şande li ber deriyê eywanê pêşwazî kir.
