Demîr ê DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da

Parve bike:

EDENE - Ji rêveberên DEM Partiyê yê Edeneyê Yaşar Demîr krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. 

Rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Edeneyê Yaşar Demîr, pêr krîza dil derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê. Li nexweşxaneyê emeliyata bypassê hat kirin û rakirin beşa çavdêriya awarte. Demîr, tevî mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da. 
 
Tê payin ku Demîr îro were definkirin.