Careke din xwîn dan rojnameger Aykol
- Rojane
- |
- 10 Kanûn 2025 16:25
- |
ENQERE - Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol a li beşa çavdêriya awarte didome. Bijîşkan careke din xwîn dan Aykol.
Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol ku li Enqereyê dijî, di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sîncanê. Tedawiya Aykol a li nexweşxaneyê didome. Li nexweşxaneyê jî sê caran xwîn çû ser mejiyê Aykol û tedawiya wî niha li beşa çavdêriya awarte bi antîbiyotîkan didome. Bijîşkan gotin ku xwîn dane Aykol.
