Li Sûriyeyê 665 kesan ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dan
- Cîhan
- |
- 6 Kanûn 2025 14:36
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR'ê daxuyand ku di salekê de 665 kesan li Sûriyeyê ji ber bermayiyên şer jiyana xwe ji dest dane.
Çavdêrxaneya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku ji 8'ê Kanûna 2024'an ku rejîma Baasê hilweşiya, li Sûriyeyê 199 jê zarok û 24 jê jin, bi giştî 665 kes ji ber bermayiyên şer jiyana xwe ji dest dane.