Li ser rêya Colemêrg-Wanê wesayîtak kete bendavê: 3 kes winda ne
- Rojane
- |
- 30 Mijdar 2025 12:05
- |
WAN - Li ser rêya di navbera Colemêrg-Wanê de wesayîteke sê kes tê de bûn kete Bendava Zernekê. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê didomin.
Li nêzî navçeya Payîzava ya Wanê ser rêya di navbera Colemêrg-Wanê de wesayîtek ji kontrolê derket û kete Bendava Zernekê. Nehat zanîn ka plakaya wesayîtê çi ye û ajokarê wê kî ye. Li gor agahiyan sê kest di wesayîtê de bûn. Piştî îxabara welatiyên bûne şahidê qezayê, li cihê qezayê komên AFAD, UMKE, cendirme û tenduristiyê hatin sewqkirin. Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê didomin.
Têkildarî nasnameya 3 kesên winda heta niha jî tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Rayedaran got ku dê li gorî encamên lêgerînê agahiyan parve bikin.