Tedawiya rojnameger Aykol didome
- Rojane
- |
- 26 Mijdar 2025 11:18
- |
ENQERE - Hat zanîn ku dilê rojnameger Huseyîn Aykol ku li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin sekinî ye û piştre dîsa hatiye xebitandin.
Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol, di 14’ê Cotmehê dema li mala xwe ya li Enqereyê xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Tedawiya Aykol didome. Aykol, li nexweşxaneyê du caran hate emeliyatkirin û enfeksiyonê girt. Tedawiya wî niha li beşa çavdêriya awarte didome. Hat zanîn ku şevê din dilê Aykol sekinî û piştî mudaxileya bijîşkan dilê wî dîsa lê da.
Hat zanîn ku bijîşk niha dermanên dil didin Aykol.