Dê xwînê bidin rojnameger Aykol
- Rojane
- |
- 19 Mijdar 2025 16:37
- |
ENQERE - Hat tespîtkirin ku di sîhên rojnameger Huseyîn Aykol de bakteriyên nû çêbûne û li ser vê yekê bijîşkan dest bi dayîna antîbiyotîkên nû kir. Hat zanîn ku dê xwînê bidin Aykol.
Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol, di 14’ê Cotmehê de dema li mala xwe ya li Enqereyê xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Tedawiya Aykol a li nexweşxaneyê didome. Piştî du emeliyatan, di sîhên Aykol de enfeksiyon çêbû û li beşa çavdêriya awarte tê tedawîkirin. Bijîşkên Aykol dan zanîn ku di sîhên Aykol de bakteriyeke nû peyda bûye.
Bijîşkan, ji bo kêmkirina enfeksiyonê dest bi dayîna antîbiyotîkên nû kirin û gotin dê teqwiyeya xwînê bikin.