Li Mêrdînê ji bo komkirina gilêşî rêbazeke nû tê pêşxistin
- Rojane
- |
- 19 Mijdar 2025 08:59
- |
MÊRDÎN - Salên dirêj e li Mêrdînê gilêş bi keran dihat komkirin. Şaredariya Artukluyê ya DEM Partiyî amadekariyan dike ku wesayîtên komkirina gilêşî yên bipalet bixe meriyetê.
Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya DEM Partiyî, ji bo komkirina gilêşî amadekariya rêbazekî nû dike. Heta niha li bajêr gilêş bi rêya keran dihat komkirin. Şaredarî niha dixwaze vê rêbazê bi dawî bike û amûrên teknolojîk ên nû biceribîne. Ji bo kolanên teng ên bajar dê amûrên komkirina gilêşî yên bipalet bên bikaranîn. Amûra behsa xeberê cara ewil ji hêla hevşaredaran Mehmet Alî Amak û Munevver Olker ve hate kirin.
Li gorî daxuyaniya şaredariyê, pêvajoya pêşxistina amûrê didome û piştî ji hêla fîzîkî ve temam bû dê cara duyemîn were ceribandin. Bi bidawîbûna pêvajoya ceribandinê re dê ev amûr li tevahya kolanan were bikaranîn.