Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin
- Çand û Huner
- |
- 8 Mijdar 2025 16:23
- |
AGIRÎ - Piştî 10 salan, Komeleya Ziman û Çanda Kurdî-Zana Araratê ku dê li ser ziman û çanda kurdî xebatê bike, li Agiriyê hat vekirin.
Piştî 10 salan, Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Kurdî-Zana Ararat ku dê li ser ziman û çanda Kurdî xizmetê bike, li Agiriyê hat vekirin.
Gelek kes beşdarî merasîma vekirinê bûn ku li taxa Yavuz a navenda bajêr hat lidarxistin. Welatiyan li ber avahiya komeleyê stranên kurdî gotin û govend gerandin.