Di çarçoveya lêpirsîna Şaredariya Antalyayê de 8 kes hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 5 Mijdar 2025 12:20
- |
ANTALYA - Di çarçoveya "bertîlê" ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê de, 8 kesên din jî hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna "bertîlê" ya li hemberî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê de, operasyoneke din jî hat lidarxistin. 8 kesên ku li malên wan lêgerîn hat kirin, hatin binçavkirin.
Berê di çarçoveya lêpirsînê de Şaredarê Bajarê Mezin a Antalyayê Mûhîttîn Böcek ji peywirê hatibû dûrxistin.