Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
- Rojane
- |
- 3 Mijdar 2025 12:20
- |
ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çû Girava Îmraliyê.
Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û ji parêzerên Buruya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çûn Girava Îmraliyê.