Li Zanîngeha Egeyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
- Rojane
- |
- 31 Cotmeh 2025 13:37
- |
ÎZMÎR - Li Zanîngeha Egeyê 5 xwendekar, di dema protestokirina êrişa li dijî xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê de, hatin binçavkirin.
Li Zanîngeha Egeyê, 5 xwendekar ji ber protestokirina êrişên Ulku Ocaklariyê yên li dijî xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku xwendekarên hatine binçavkirin û birine Miduriyeta Emniyetê ya Îzmîrê.