Ji bo Îmamoglû, Yanardag û Ozkan biryara girtinê hat dayin
- Rojane
- |
- 27 Cotmeh 2025 11:08
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de ku bi îdiaya “sîxûrtiya siyasî” hatibû destpêkirin, ji bo Ekrem Îmamoglû, Merdan Yanardag û Necatî Ozkan biryara girtinê hat dayin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de ku bi îdiaya “sîxûrtiya siyasî” hatibû destpêkirin, ji bo Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, rojnameger Merdan Yanardag û Necatî Ozkan biryara girtinê hat dayin.
Îmamoglû, Yanardag û Ozkan piştî îfadeya li dozgeriyê, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Stenbolê hatin kirin. Dadgeriyê bi heman îdiayê biryara girtinê da.