Wezîr Yerlîkaya têkildarî pêvajoyê daxuyanî da
- Polîtîka
- |
- 20 Cotmeh 2025 14:22
- |
AMED - Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, diyar kir ku pêvajoya heyî ne tenê projeyeke ewlehiyê ye û got: “Hedefeke pêşketinê ye. Tê wateya misogerkirina mafê jiyanê, aramî û ewlehiyê ye.”
Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya li Amedê beşdarî “Civîna Aramî û Ewlehiyê” bû. Yerlîkaya, ji bo pêvajoyê têgeha îktîdarê ya “Tirkiyeya bêteror” bi kar anî û got: “Pêvajoya tê meşandin ne tenê projeya ewlehiyê ye. Hedefeke pêşketinê ye. Tê wateya misogerkirina mafê jiyanê, aramî û ewlehiyê.”
Yerlîkaya, anî ziman ku di pêvajoya heyî de ne çek lê axaftin heye.