Tehliyeya Ardil Çeşme ya 30 sal in girtî dîsa hat astengkirin
- Rojane
- |
- 17 Cotmeh 2025 11:55
- |
ERZÎNGAN - Tehliyeya Ardil Çeşme a li Girtîgeha Jinan a Erzinganê tê ragirtin û 30 sal in di girtîgehê de ye, cara 3’yemîn hate astengkirin.
Tehliyeya Ardil Çeşme ya li Girtîgeha Jinan a Erzînganê tê ragirtin û 30 sal e girtî ye, cara 3’yemîn hat astengkirin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi hinceta “peywendiya wê bi rêxistinê re didome” careke din tehliyeya Ardil Çeşmeyê ji bo 6 mehan taloq kir.
Hat zanîn ku li Girtîgeha Jinan a Erzinganê tehliyeya girtiya bi navê Nûrcan Aslan û girtiyeke din a navê wê nehat zanîn jî bi heman hincetan hatine astengkirin.