Rojnameger Aykol derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin

Parve bike:
ENQERE - Rojnameger Huseyîn Aykol ku cara duyemîn xwîn çû ser mejiyê wî, piştî emeliyeta 3 saetan derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin. 
 
Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol ku duh xwîn çûbû ser mejiyê wî, piştî emeliyatê li beşa çavdêriya awarte dihat tedawîkirin. Îro di danê sibehê de careke din xwîn çû ser mejiyê Aykol û li ser vê yekê cara duyemîn xistin emeliyatê. Aykol, piştî emeliyata 3 saetan domiya derbasî beşa çavdêriya awarte hate kirin.