Komîsyon vê hefteyê dê li jin û ciwanan guhdarî bike
- Rojane
- |
- 13 Cotmeh 2025 12:17
- |
ENQERE - Komîsyona li Meclisê hatiye avakirin dê vê hefteyê li rêxistinên ciwan û jinan guhdarî bike. TJA û Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye jî dê bên guhdarîkirin.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê hatiye avakirin, dê di roja çarşemê de bicive.
Komîsyon dê vê hefteyê li rêxistinên jin û ciwanan guhdarî bike. Tevgera Jinên Azad (TJA) û Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye jî dê bên guhdarîkirin. Li gel vê, her wiha dê li endamên Komeleya Foruma Rêxistinên Ciwanan (GOFOR) jî were guhdarîkirin.