Şaredariya Nisêbînê dê ‘Mihrîcana Çand û Hunerê’ li dar bixe
- Çand û Huner
- |
- 7 Cotmeh 2025 12:37
- |
MÊRDÎN - Şaredariya Nisêbînê dê di navbera 11-14’ê Cotmehê de “Mihrîcana Çand û Hunerê” li dar bixe.
Şaredariya Nisêbînê dê di navbera 11-14’ê Cotmehê de “Mihrîcana Çand û Hunerê” li dar bixe. Mihrîcana ku dê li Qada Newrozê ya berê bê li darxistin, dê 4 rojan bidome. Mihrîcan, di 11’ê Cotmehê de bi konserta Suavî dest pê dike. Di roja duyemîn a mihrîcanê de dê Hamît Karadenîz û Koma Rengîn konsertê bidin. Di 13’yê Cotmehê de dê koma Hinek Henek derkeve ser dikê. Herwiha di roja 14’ê Cotmehê de mihrîcan dê bi konserta Rojda bi dawî bibe.