Li Mêrsînê mînîbûsa karkeran qeza kir: 5 kes mirin
- Rojane
- |
- 7 Cotmeh 2025 09:37
- |
MÊRSÎN - Mînîbûsa karkerên çandiniyê li navçeya Erdemliyê qeza kir û di encamê de 5 karkeran jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.
Mînîbusa bi plakaya 33 VLP 55 a ku karkerên çandiniyê lê siwar bûn, li devera Avgadi ya Taxa Aydinlar a navçeya Erdemlî ya Mêrsînê qeza kir. Li cihê qezayê komên tenduristû, cendirme û agirkujiyê hatin sewqkirin.
Di qezayê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 14 kes jî birîndar bûn.