Li Nepalê ji ber barana zede herî kêm 42 kes mirin
- Cîhan
- |
- 5 Cotmeh 2025 13:11
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Nepalê ji ber baran ku ji roja Înê ve bênavber dibare, bû sedema heza, bahoz û lehiyê. Rayedaran daxuyand ku herî kêm 42 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 kes jî winda ne.
Li Nepalê, ji roja Înê ve bênavber baran dibare. Berdevkê Ajansa Rewşa Lezgîn a Nepalê Shantî Mahat daxuyand ku ji ber karesatên ku ji ber barana zede çêbûne, heya niha 42 kesan jiyana xwe ji dest daye û 5 kes jî winda ne.