Sînorê xizaniyê 4 qat ji mûçeyê kêmtirîn zêdetir bû
- Aborî-Ked
- |
- 30 Îlon 2025 13:10
- |
ENQERE - Li gorî daneyên TURK-ÎŞ’ê, sînorê xizaniyê derket 91 hezar û 109 lîreyan û 4 qat ji mûçeyê kêmtirîn zêdetir bû.
TURK-ÎŞ’ê, encama “Lêkolîna Birçîtî û Xizaniyê” ya Îlona 2025’an aşkera kir. Li gorî lêkolînê, sînorê birçîtiyê derket 27 hezar û 970 lîreyan û sînorê xizaniyê jî weke 91 hezar û 109 lîre hate hesabkirin. Bi vê yekê re sînorê xizaniyê 4 qat ji mûçeyê kêmtirîn zêdetir bû.