Li Hezexê qeza: Jinekê jiyana xwe ji dest da

Parve bike:
ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê ya Şirnexê traktorek wergeriya û di qezayê de jinekê jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. 
 
Li gundê Xirabê Sosina yê navçeya Hezex a Şirnexê traktor wergeriya. Di qezayê de Reyhan Motorê jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Welatiyên birîndar piştî mudaxileya ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.