Li Êlihê êrişa çekdarî: Dayik, bav û 2 zarokên wan hatin qetilkirin
- Rojane
- |
- 15 Îlon 2025 08:03
- |
ÊLIH - Li gundê Newalê yê navçeya Qûbînê li dijî wesayîtekê êrişa çekdarî hat kirin. Di êrişê de dayik, bav û 2 zarokên wan hatin qetilkirin.
Di navbera gundên Newalê û Harfasê yên navçeya Qûbînê ya Êlihê de li dijî wesayîta bi plakaya 72 EK 339’ê êrişeke çekdarî hate kirin. Di êrişê de M.Ş (43), hevjîna wî T.Ş û zarokên wan E.Ş (9) û A.Ş (5) hatin kuştin. Nasnameya êrişkaran nehat zanîn.
Serdozgeriya Komarê ya Êlihê têkildarî êrişê lêpirsîn da destpêkirin.