HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
- Rojane
- |
- 5 Îlon 2025 17:09
- |
ENQERE – Di 6'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê de Cahit Kirkazak û Sûltan Ozcan careke din wekî hevserokên giştî hatin hilbijartin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), 6'emîn Kongreya Asayî li navenda giştî ya partiyê li dar xist. Rêveberên partiyê û delege beşdarî kongreyê bûn. Di hilbijartinê de Sûltan Ozcan û Cahit Kirkazak careke din wekî Hevserokên Giştî yên HDP'ê hatin hilbijartin.