Li ser rêya Hesekê-Şedadê qeza çêbû: 11 kes mirin
- Rojane
- |
- 2 Îlon 2025 14:06
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser rêya di navbera Hesekê û Şedadê de qeza çêbû. Di qezayê de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li ser rêya di navbera Hesekê û Şedadê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qezaya trafîkê çêbû. Di qezayê de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tankereke sotemeniyê û mînîbuseke rêwiyan li hev qelibîn. Piştî qezayê, komên tenduristî û rizgarkirinê li cihê bûyerê hatin veguhestin. Li gorî agahiyên destpêkê, di qezayê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.