Li ÎSTOÇ’ê şewat derket
- Rojane
- |
- 2 Îlon 2025 09:03
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Şewata li ÎSTOÇ’ê derketî di demekî kin de mezin bû.
Li Sûka Tomerîfiroşan a Stenbolê (ÎSTOÇ) a li Taxa Mahmûtbey a navçeya Bagcilarê ya Stenbolê di dikanekê de şewat derket. Şewata ku li dikana alavên plastîk difiroşe derketî, di demekî kin de li 4 kargehên din belav bû. Gelek komên agirkujiyê li cihê şewatê hatin veguhestin. Şewat saet di 06.00’ê de dest pê kir û hêj nehatiye vemirandin.
Ji ber şewatê, trafîka li herêmê jî xitimî. Xebatên ji bo vemirandinê didomin.