Heşîşa leşkeran şewitandî rê li ber şewatê vekir
- Rojane
- |
- 29 Tebax 2025 16:25
- |
AMED - Li navçeya Licê ya Amedê leşkeran heşîş şewitandin û li qada daristanê rê li ber şewatê vekirin.
Leşkeran, li çolterê gundê Xombazê yê navçeya Licê ya Amedê heşîş şewitandin û ev şewat li qada daristanê belav bû. Xelkê herêmê hewl dide şewatê vemirîne. Şaredariya Licê jî ji bo vemirandina şewatê komên xwe sewqî cihê şewatê kir.