Efserê ku çawîşê pispor ew birîndar kiribû mir

Parve bike:
ŞIRNEX - Efserê ku di şerê çekdarî yê li navçeya Basayê de birîndar bûbû, mir. 
 
Hefteya borî li gundê Tarûnî yê navçeya Basa ya Şirnexê efserek û çawîşekî pispor bi çekê pev ketibûn. Çawîşê pispor li cihû bûyerê miribû û efser H.U. yê ku ew kuştibû jî bi giranî birîndar bûbû. 
 
Efserê birîndar H.U. li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê ku lê dihat dermankirin, mir.