Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
- Rojane
- |
- 19 Tebax 2025 13:59
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma medyaya dijital X’ê cara 5’emîn hesabê Ajansa Nûçeyan a Etkînê astengkirin.
Astengkirinên platforma medyaya dijîtal X’ê yên li dijî hesabên muxalîfan didome. Hesabê X’ê ya Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) cara 5’emîn li Tirkiyeyê hate astengkirin. Ajans, nûçeyên xwe niha li ser hesabê "@etkinhbrajansi3" parve dike.