Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin

Parve bike:
STENBOL - Şaredarê Beyoglûyê Înan Guney ku hate girtin, bi biryara Wezareta Karên Hundir ji peywirê hate dûrxistin. 
 
Şaredarê Beyoglû ya Stenbolê Îna Guney ê CHP’î, di çarçoveya lêpirsîna têkildarî Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê de hatibû biçavkirin û duh hate girtin. Wezareta Karên Hundir, bi daxuyaniyekê ragihand ku Guney ji peywirê hatiye dûrxistin.