Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
- Cîhan
- |
- 18 Tebax 2025 12:36
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku li bakurrojavayê Nîjeryayê di çemekî de qezaya keştiyê çêbû û dora 40 kesan winda ne.
Ajansa Neteweyî (NEMA) ya ji rewşên lezgîn berpirsiyar e, ragihand ku di qezaya keştiyekî ya di çemekê li bakurrojavayê Nîjeryayê de 40 kes winda bûne û xebatên rizgarkirina welatiyan didomin. Ajansê, diyar kir ku li eyaleta Sokotoyê keştiya ku 50 rêwî dibir bazarê roja yekşemê danê sibê de binav bûye. NEMA’yê got: “Deh kes hatin rizgarkirin û dora 40 rêwiyan hêj winda ne.”