Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 44 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
- Rojane
- |
- 15 Tebax 2025 08:41
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya operasyona nû ya li dijî ÎBB’ê de Şaredarê Beyoglûyê Înan Guney jî di nav de ji bo 44 kesan biryara binçavkirinê hat dayin.
Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) pêla 9’emîn a operasyonê hat destpêkirin. Li malên Şaredarê Beyoglûyê yê CHP’î Înan Guney, şêwirmendê wî Yîgît Oguz Duman û hin kesên ji Şîrketa Anonîm a Medyayê lêgerîn tê kirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, ragihand ku Guney jî di nav de der heqê 44 kesan de biryara binçavkirinê hatiye dayin.