Bahçelî: Dê bi rêya komîsyonê ewrên li ser aramî û biratiyê bên belawelakirin
- Polîtîka
- |
- 11 Tebax 2025 17:18
- |
ENQERE- Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, got: "Dê bi rêya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, ewrên li ser aramî, hêvî û biratiyê bên belawelakirin."
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyaniyeke bi nivîskî belav kir. Bahçelî, nîqaşên "çêkirî û berberîkirinê" yên têkildarî pêvajoyê rexne kirin û piştgirî da xebatên komisyona li meclisê hat avakirin.
Bahçelî got: "Dê bi rêya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, ewrên li ser aramî, hêvî û biratiyê bên belawelakirin."