Li Wanê di şewatê de 4 dikan şewitîn
- Rojane
- |
- 10 Tebax 2025 13:14
- |
WAN - Li Navenda Kargehan a Ovayê ya li navçeya Rêya Armûşê şewat derket û zirareke mezin gihişt 4 dikanan.
Li Navenda Kargehan a Ovayê ya li Taxa Bahçivanê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Komên agirkujiyê tavilê mudaxileyî şewatê kirin û piştî xebateke 2 saetan şewat vemirandin. Di şewatê de ziyaneke mezin gihişt çar dikanan.
Têkildarî şewatê lêpirsîn hate destpêkirin.