Bi girseyî serdana şîna Welat Hazirê HPG'î hat kirin
- Rojane
- |
- 9 Tebax 2025 14:54
- |
WAN – Şîna Welat Hazirê HPG'î yê li Metînayê jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi girseyî hat ziyartekirin.
Şîna Welat Hazirê (Serdem Wan) ê HPG'î ku di 1'ê Îlona 2019'an de li Metînayê jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi awayekî girseyî hat ziyartekirin. Nûnerên DEM Partî, DBP û Koordinasyona Saziyên Demokratîk jî di nav de gelek kes serdana şîna ku li Taxa Sixkê ya li navçeya Îpekyolûyê hat danîn, kir. Girse bi dirûşmeya "Şehîd Namirin" serdana şînê kir û ji malbatê sersaxî hat xwestin.