Navê ‘Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê’ li komîsyonê hat kirin
- Rojane
- |
- 5 Tebax 2025 17:13
- |
ENQERE - Navê “Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê” li komîsyona li Meclisê hate kirin.
Navê komîsyona bi bi mebesta çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane li Meclisê hatibû avakirin, diyar bû. Navê “Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê” lê hate kirin.
MHP’ê demek berê pêşniyara “Komîsyona Yekitî û Piştevaniya Netewî” kiribû. DEM Partiyê jî dixwest teqez peyvên “Aştî” û “Demokrasiyê” tê de cih bigirin.