Ev komîsyon, cihê her kesê dengê xwe bilind dike ye. Bes ku peyvên me yên hevpar bila biratî û aştî bin. Tu mijarek nîne ku di bin vê sîwanê de li ser neyê axaftin. Bes ku em ji bo guhdarîkirina hev amade bin. Bes ku her nêrînek qala yekitî û biratiyê bike. Ez spasiya her kesên xwedî wijdan dikim. Di wê baweriyê de me ku her kesên ji bo vê mijarê sûdewer bûn, nîşan dane ku di hêvanê vî welatî de biratî heye.”
PIRDENGÎ PIRÇANDÎ
Heke em fikrên helbestvanê mezin Ehmedê Xanî vebêjin; ‘Dilê gelan heke bi edaletê lê bide dikarin bibin milet. Ziman diguhere, cil û berg diguherin, erdnîgarî diguhere, lê hestên hevpar mayinde dimînin.’ Ji vî alî ve cihê herî rast ê nîqaşan Meclis û ev komîsyoneye ku me îro bi hev re li vir in. Ji ber ku cihê hemû fikir û nasnameyên nûnertiya gel dikin ev der e. Dixwazim balê bikişînim ser ku; îro li vir nûnerên hemû partiyan hene. Em dikarin bibêjin ku ev eywan îro nûnertiya ji sedî 98’ê dike. Ev, nîşaneya îradeyê ye. Her agahdarkirin û gav dê şefaf bên kirin. Her xebata di bin vê sîwanê de tê kirin dê li pêş çavên gel be û bi misogeriya îradeya milet bimeşe. Lewma, em mecbûr in ku prensîbên rêvebirina komîsyonê ji roja ewil ve bi aşkerayî bînin ziman. Ji van a ewil, şefafbûn e. Divê miletê me ji her gavê agahdar be. Mafê civakê heye ku tiştên tên kirin hay jê hebe. Muxatabê vê yê esasî ye. Rêgeza me ya din jî aşkeratî ye. Ji ber tu sûdeke rojevên veşarî, hesabên veşarî ji bo aştiya civakî nîne. Ya sêyemîn jî bêguman piranîparêzî ye. Ji ber ku ev xak ne bi yekrengî lê bi pirdengî û pirçandî watedar e.
MECLIS DÊ AGAHDAR BIKE
Der heqê xebatên komîsyonê de tenê Serokatiya Meclisê dê bikare raya giştî û çapemeniyê agahdar bike. Ji ber ku yek ji erkên sereke ya komîsyonê jî ew e ku nehêle tu kes guh bide daxuyaniyên pêvajoyê jehrî dikin û provoke dikin. Di cih û dema xwe de dê raya giştî û çapemeniyê agahdar bike. Ev pêvajoye, meseleyekî bekayê ye ku pêşeroja hevpar a Kurdan, Tirkan û hemû derdoran eleqedar dike. Lewma jî ev komîsyon dê mîna mekanîzmaya îstîşarekirina mizkarevan tevbigere. Li ser vê bingehê, dê bi feraseteke ku fikrên cuda li dora aqilekî hevpar dicivîne tevbigere. Di esasê xwe de erk û berpirsyartiyên komîsyonê bi taybet jî ew e ku li ser navê miletê me pêvajoya çekberdanê bi hûr û kûr bişopîne. Hewceye ev pêvajo bi zemîna hiqûqî û civakî û bi zimanê siyasî bi baldarî were şopandin, were arastekirin û heke pêwîst kir pêşniyar jê re bên pêşkeşkirin. Dixwazim di vir de xisûseke din a girîng destnîşan bikim; bêguman yek ji xusûsên herî girîng a vê pêvajoyê ew e ku psîkolojiya civakê baş were birêvebirin. Ji bo serxistina van xebatan, ji bo derdorên cuda yên civakê ji pêvajoyê re sûdewer bin û ji bo psîkolojiya civakê bi hev re û rast were arastekirin, ev erkekî girîng e.
RÛMETA KURDAN Û TIRKAN
Ev gav di heman demê de dê bi xwe re rêzgirtineke xurt a civakî jî bi xwe re bîne. Zimanê ku rûmeta Kurdan naparêze, gotinên ku rûmeta Tirkan tune dihesibîne dê xizmetê ne ji aştiyê re lê ji şikestinên mezintir veke. Em ji bo pêkvejiyanekê li vir in. Ev komîsyon dê bibe zemîna avakirina vê. Yek ji berpirsyartiyeke vê komîsyonê ew e ku sererastkirinên yasayî yên ku dê aştiyê mayinde bikin pêşniyar bikin û amade bikn. Di çarçoveya pêdiviyên derdikevin holê de jî dê pêşniyar bên pêşxistin, rapor bên pêşkeşkirin, analîz dê bên kirin û van dê pêşkeşî îradeya giştî ya Meclisê bike. Ev, erka esasî ya komîsyonê ye.
RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL JÎ DÊ TÊ DE CIH BIGIRIN
Dibe ku di her demê de provokasyon bên kirin. Tişta ku dê hemleyên hundir û derve ji holê rake, avadaniya me ya demokratîk û piranîparêz e. Ji ber vê, ne tenê saziyên siyasetê lê em ê hemû derdorên civakê daxilî van xebatên xwe bikin. Sûda rûspiyên civakê, saziyên civaka sivîl û zanîngehan dê ji bo me gelek biqîmet be. Peywira çapemeniyê ew e ku ji magazîna siyasî dûr be, gel rast agahdar bike û pêdiviyên li qada civaka sivîl cîbicî bike. Divê tu kes li derve neyê hiştin. Divê tu fikr neyên paşguhkirin. Ji ber ku em dixwazin biratiya vî miletî bi temamî digire navxwe, bi hev re ava bikin.
HER MILETEK RENGÊ ESLÎ YE
Weke encam; ev maseye bi wijdan, aqil, merîfet û baweriya vî miletî hatiye avakirin. Ez di wê baweriyê de me ku dê Tirkiye bi aştiyê, bi hevgirtin, demokrasî û biratiyê bihêztir bibe. Em ê Tirkiyeyeke demokratîk, piranîparêz û her kes xwe tê de dibîne ava bikin. Komîsyona me dê heqîqetê paşguh neke, hestan înkar neke û dê feraseta ku siyaset cisareta çareseriyê pêş dixe temsîl bike. Her gotina li vir tê kirin dê bi zimanê biratiyê û bi dengê wijdanê teşe bigire. Her nasnameyek rengê eslî yê miletê me ye. Nabe ku tu hemwelatiyeke me ji ber ziman, bawerî û nasnameya xwe rastî cihêkariyê were. Biratiya me mayinde be.”
Piştî axaftina destpêkê ya Kurtulmuş dê nûnerên partiyên siyasî di komîsyonê de nêrîn û nirxandinên xwe parve bikin.