Tax bi tax civînên gel hatin lidarxistin
- Rojane
- |
- 1 Tebax 2025 08:53
- |
RIHA – Li gelek taxên Rihayê di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de civînên gel hatin lidarxistin.
Li taxa Saluca ya navçeya Hewagê, li taxa Xorzum a navçeya Karakopru, li taxa Misib a navçeya Sêwregê, li taxa Sarica û Kirkmagara yên navçeya Eyyubiyeyê, li navçeya Xelfetî ya Rihayê civînên gel hatin lidarxistin.
Di civînan de “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” hate gotûbêjkirin û banga bidîmen a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 9’ê Tîrmehê de hate temaşekirin.