Li Rûsyayê bi pileya 8.8 erdhêj çêbû: Hişyariya tsûnamiyê
- Cîhan
- |
- 30 Tîrmeh 2025 09:29
- |
NAVENDA NÛÇEYAN -Li Nîvgirava Kamçatskiyê, li rojhilatê Rûsyayê, erdhejeke bi pileya 8.8 çêbû.
Li Rûsyayê erdhejeke bi pileya 8.8 çêbû. Navenda erdhejê wekî 119 kîlometre başûrê rojhilatê bajarê Petropavlovsk-Kamçatskiyê hat diyarkirin.
Hat ragihandin ku li herêmê erdhejên bi pileyên 6.9 û 6.3 jî çêbûne.
Ji bo peravên Pasîfîkê hişyariya tsûnamiyê hat kirin.