Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin
- Rojane
- |
- 29 Tîrmeh 2025 11:36
- |
EDENE – Li navçeya Çukurovayê mêrê bi navê Eyup Verîmlî, hevjina xwe Merve Verîmlî û keça xwe Elîf Verîmlî qetil kir.
Li Taxa Toros a girêdayî navçeya Çukurovayê mêrê bi navê Eyup Verîmlî, hevjina xwe Merve Verîmlî û keça xwe Elîf Verîmlî qetil kir. Hate zanîn ku kujer piştî bûyerê întihar kiriye û zarokên din ên di dema bûyerê de li malê bûne, ji malê reviyane û xilas bûne. Piştî agahdarkirina welatiyan, koma tenduristiyê destnîşan kirin ku kujer Eyup Verîmlî, Merve Verîmlî û Elîf Verîmlî jiyana xwe ji dest dane.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.