Aktaş ji Îmraliyê peyam anî: Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê
- Rojane
- |
- 26 Tîrmeh 2025 21:30
- |
AMED – Veysî Aktaş ê ji Girtîgeha mraliyê tehliye bû, silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihandin û got: "Serok got, 'Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê.'"
Veysî Aktaş ê piştî 31 sal û 3 mehan ji Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tehliye bû, li Amedê bi awayekî girseyî hat pêşwazîkirin. Aktaş ê hat mala xwe ya li Taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê, li ber malê bi tilîlî û .epikan hat pêşwazîkirin.
Aktaş ku silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ragihandin, bal kişand ser pêvajoya dîrokî ya Girava Îmraliyê û got: "Serok got, 'Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê.'"
Dayika Aktaş Faîke Aktaşê jî diyar kir ku ew ji ber berdana kurê xwe pir kêfxweş e û bang kir ku divê hemû girtî bên berdan.