Di bîra petrolê de teqîn pêk hat: 7 kes birîndar bûn

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN – Di teqîna ku di sondaja bîra petrolê de pêk hat, 7 karker birîndar bûn.
 
Di somdaja bîra Uçtepe-1 a girêdayî Şirîkatiya Anonîm a Petrolên Tirkiyeyê (TPAO) ya li ser rêya Amed-Êlihê de, bi şev ji ber gazê teqînek rû da. Piştî teqînê li tesîsê şewat derket. 
Komên agirkujiyê û tenduristiyê sewqî cihê buyerê bûn. Ji ber teqînê 7 karker birîndar bûn. Hate zanîn ku karkerên ku sewqî nexweşxaneyê bûne jê 2 kes rewşa wan giran e.
 
Şewat bi midaxileya komên agirkujiyê ve hate vemirand.
 
Têkildarî buyerê lêpirsîn hate destpêkirin.