Ciwanên ku hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê bûn
- Ciwan
- |
- 21 Tîrmeh 2025 12:02
- |
ENQERE – Ciwanên ku di meşa bibîranîna Pirsûsê de hatibûn binçavkirin jê 18 kes sewqî edliyeyê bûn.
Rixistinên ciwanan ên li Enqereyê, bi munasebata salvegera 10’emîn a Qetlîama Pirsûsê ji bo bibîranîna “33 Rêwiyên Xeyalan” meş li darxist, polîsan êrişê meşê kirin. Di mudaxileya polîsan de 40 ciwan hatin binçavkirin. 22 ciwan piştî îfadeya wan a li emniyetê hatin berdan û 18 ciwan jî sewqî edliyeyê bûn.
Ciwanên ku hatin berdan li pêşiya Nexweşxaneya Gazî Mustafa Kemal (GMK) a Dewletê, daxuyanî dan. Ciwanan ji bo hevalên xwe yên ku sewqî Edliyeya Sihhiye bûbûn, banga piştevaniyê kirin.